Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin û êrişên li ser kurdan hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de, Gelek Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst beşdar bûn.
Beşdaran êrişên li ser kurdan şermezar kirin, piştgiriya xwe ji bo kurdên Rojhilat û her çar aliyên Kurdistanê anîn ziman.
Ev çalakî di demekê de ku Hikûmeta Îranê rasterast li dijî çarenûsa gelê Rojhilatê Kurdistanê şer dike, pêk hat.
