MEZLÛM EBDÎ:  NÊZÎKBÛNÊN ENQERE Û ŞAM LI SER PAŞEROJA SÛRIYÊ METIRSÎ YE

Rojava Tv
3 Min Read

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî diyar kir ku nêzîkbûna Şam û Enqereyê ji bo paşeroja Sûriyê dê metirsiyên mezin  bi xwe re bîne .

û diyar kir ku hebûna Amerîka û Rûsya li herêmê heta hetayê nikare dewam bike. Ji ber wê divê em van aliyan teşwîq bikin ku bibin garantorên çareseriya siyasî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê ligel rojnameya Eşerq El-Ewset de , têkildarî nêzîkbûnên dewleta tirk û hikumeta şamê hişyarî da û got : “Ev nêzîkatî berjewendiyên hikûmeta Enqerê nîşan dide. û metirsiyên mezin li ser paşeroja Sûriyê bi xwe re tîne .

Her wiha mezlûm ebdî got , ev nêzîkatî dûrî peydakirina çareseriyeke siyasî ya cidî ye.

mezlûm ebdî amaje bi wê yekê kir ku nêzîkbûnên tirkiyê û şamê tenê taktîkek demkî ye ku dê bi lez bibe sedema derxistina pirsgirêkên nû.

Her wiha got, “Divê em gelê xwe yê Sûriye bi hemû pêkhateyên wê ji pêwîstiya rawestana li dijî peymana di navbera Şam û Enqereyê de hişyar bikin.”

Derbarê gefên dewleta tirk ên li ser herêmê Ebdî got ku “piraniya welatên ku di karûbarên Sûriyê de cih digirin” di wê baweriyê de ne ku her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê “dê belayan bi serê gelê Sûriyê de bîne”

Her wiha da zanîn ku artêşa Tirkiyê Di heyama du salên borî de, 70 êriş bi belafirên bê mirov pêk anîne, ku sivîl û pêşengên şerê li dijî daişê kirin armanc.

Ebdî tekez kir ku nenavendîbûn riya çareseriya  siyasî ya sûriyê ye ” ji ber ku îradeya hemwelatiyan ji bo diyarkirina çarenûs û awayê jiyana xwe xurt dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî Derbarê hebûna Amerîkay û rûsiya ya li herêmê got, “Heta ku çareseriyeke siyasî tine be, hebûna Amerîka û Rûsyayê heta hetayê nikare li herêmê bidome.

Di heman demê de anî ziman ku Divê em van aliyan teşwîq bikin ku bibin garantorên çareseriya siyasî. û ji bo rawestandina destwerdan û dagirkeriyên derve li ser herêmê zextê bikin.

Share This Article