Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên bajarê Helebê dewreyeke hemşîreyê îro bi şahiyekê bi dawî kir.
Perwerde bi navê şehîd Vejîn Jiyan hat dest pê kirin û heya heyvekê dewam kir.
Nêzî 50 ciwan û jinên ciwan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom tevlî perwerdeyê bûn.
Dewre îro bi şahiyekê bi dawî bû, Di şahiyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan û Komîteya Tendirustiyê axaftin hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku armanca wan ji vê perwerdeyê, ew e ku hişmendiya alîkariyên Tendirustî yên lezgîn di nava ciwanan de belav bikin.
Şahiya derçênê bi wergirtina bawernameyan û gerandina govendê bi dawî bû.
