Rêveberiya dibistanan, Yekîtiya mamosteyan û saziya zimanê kurdî yên bajarên Qamişlo û Hesekê bi meşên cuda 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.
Beşdarên Meşan diyar kirin ku di nava vê heftiyê de wê şahiyên zimanê kurdî berdewam bin.
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye û bi boneya vê rojê li seranserî Kurdistan û cîhanê çalakî li dar xistin.
Rêveberiya dibistanan, Yekîtiya mamosteyan û saziya zimanê kurdî ya bajarê Qmişlo ji bo pîrozkirina roja zimanê kurdî meşeke girseyî lidarxistin.
Meş ji çerxereya Ekaş dest pê kir û li ber navenda yekîtiya mamosteyên Qamişlo veguherî mîtingê.
di mîtingê de piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin, axêveran roja zimanê Kurdî pîroz kirin û gotin, di nava vê heftiyê de wê şahiyên zimanê kurdî berdewam bin.
Her wiha Rêveberiya dibistanan, Yekîtiya mamosteyan û saziya zimanê kurdî ya bajarê Hesekê jî bi heman armancê meşek lidarxistin.
Meş ji çerxereya Elmerşo dest pê kir û li qada Azadî veguherî mîtingê.
Di mîtingê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin, axêveran anîn ziman ku tevî hemû hewildanên ji bo windakirina zimanê kurdî, lê kurdan zimanê xwe parastin.
Di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hewarê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve hate weşandin. KNK’ê jî di sala 2006’an biryar
