BANGÊN JI BO PIŞTGIRIYA BERXWEDANA BAKURÊ KURDISTANÊ BILINDTIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî kiryarên dewleta Tirk yên li dijî vîna gelê kurd li bakurê kurdistanê, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, Mihemed Şêxo ji Rojava TV re axivî.
Mihemed Şêxo got: Ger Tirkiyê li berjewendiya xwe ya durist bigere, divê doza Kurdan paşguh neke.

Dewleta Tirk a dagirker piştî şaredariya Esenyurta Stenbolê, berbanga 4’ê vê mehê şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê dagir kirin û li şûna hevşaredarên Dem Partiyê, qeyûm tayîn kirin.

li hember vê kiryarê kurdên li çar aliyên cîhanê helwesta xwe anîn zimên û sekna xwe bi gelê bakurê kurdisatnê re aşkere kirin.

Têkildarî vê mijarê, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, Mihemed Şêxo ji Rojava TV re axivî û diyar kir ku, dewleta Tirk li qirkirina kurdan digere.

Mihemed Şêxo di axaftina xwe de destnîşan kir ku yekane rêya derketina Tirkiyê ji aloziya heyî, qebûlkirina gelê kurd û dayina mafê wî ye.

Siyasetên ku Tirkiyê li hemberî gelê dide meşandin tenê şîroveyek wê heye, ew jî ew e ku tirkiyê ji aştiyê dûr e.

Li aliyekî din hêrsa gel ya ji bo bidestxistin û bichanîna mafên xwe, her diçe xurtir û mezintir dibe.

Share This Article