MECLISA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ LI KANTONA REQAYÊ HATE AVAKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna damezrîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê li kantona reqa li dar xist.
Bi dehan Enamên Meclisa Gelan, Meclisa Cîbicîkar, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Zanîngeha El Şerq û Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola Civînan ya desetya perwerdê, tevlî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser mijarên mîna Felsefe û bingehên sereke ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê Sûriyê, Sîstema hundirîn a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê Sûriyê hate nîqaş kirin.
Piştî bidawî bûna nîqaşan, hevserokên Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê hatin hilbijartin.
Civîn bi sondxwarina hevserokan, bi dawî bû.

Share This Article