WELATIYÊN KANTONA CIZÎRÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO MEŞEK LI QAMIŞLO LI DAR XISTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Welatiyên kantona Cizîrê bi armanca piştgiriya banga dîrokî ya rêber Apo û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêbertî meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Beşdarên meşê tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin ew ê li ser piyan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Welatiyên kantona Cizîrê bi armanca piştgiriya banga dîrokî ya rêber Apo û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêbertî meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Meş bi beşdariya bi hezaran welatiyên kantona cizîrê, endam û rêveberên rêveberiya xweser, malbatên şehîdan, TEV-DEM û PYD’ê hat lidarxistin.

Meşê ji çerxereya Osman Sebrî dest pê kir û bi dirûşmeyên bê serok jiyan nabe li cem çerxereya şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtingê.

di mîtingê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku, banga Rêbertî kilîta çareseriya pirisgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Beşdarên meşê tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin ew ê li ser piyan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Meşa girseyî ya ji bo piştgiriya banga dîrokî ya Rêber Apo û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêbertî bi dirûşmeyên bijî serok apo, bê serok jiyan nabe û azadî ji bo rêbertî bi dawî bû.

Share This Article