Qebîleya Tey bi daxuyaniyekê êrîşên hêzên hikûmeta şamê û çekdarên dîfa el wetenî yên li dijî dêrazorê şermezar kir û tekez kir ku ew rê nadin êrîşan ku fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ew ê bi yek deng û yek destî li gel Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin, ji ber ku ev hêz hemû pêkhate û mezhebên herêmê temsîl dikin.
Her di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, êrîşên hikûmeta şamê yên li ser dêrazorê û xelkên sivîl ne exlaqî ne û mafên mirovan binpê dike.
Qebîleya Tey anî ziman ku, êrîşên pêk tên ne tenê bi destê hikûmeta şamê ye lê belê ji planên dewleta Tirk a dagirker e.
Qebîleya Tey di dawiyê de piştgiriya xwe bi projeya Rêveberiya Xweser a ku demokrasî û biratiya gelan bingeh digire re nîşan da.
QEBÎLEYA TEY BI DAXUYANIYEKÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DÊRAZORÊ ŞERMEZAR KIR
