MECLISA JINAN YA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ ROLA JINAN DI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

bi boneya salvegera 12’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li minbicê panêlek lidarxist.

panel li Navenda Çand û Hunerê û bi amadebûna endamên Meclisa Demokratîk a Gelan, Meclisa Rêveber a Minbicê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Minbicê û partiyên siyasî hate lidarxistin .

di panelê de rêvebera buroya rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Asiya Hisên axivî .

Asiya Hisên got: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşek ji bo bidawîkirina neheqî û mêtingeriyê bû û jinan di şoreşê de rola pêşeng lîst û bi rêya wê karîbû sînorên koletiyê bişkîne.

panel bi vekirina deriyê diyalogê û lêpirsînên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article