Meclîsa parastina zarokan ya kantona cizîrê bi daxuyaniyekê sûcên ku li swêdayê rûdidin şermezar kir.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de got, di dema rêjîma beis de mafên zarokan li sûriyê dihat binpêkirin û bi hatina hikumeta veguhêz li ser desthilata sûriyê em dibînin ev sînaryo carke din dûbare dibe.
meclîsê diyar kir ku, îroj li swêdayê sûc li dijî sivîl, jin, zarok û mirovahiyê tên kirin û zagon tên binpêkirin.
Meclîsa parastina zarokan ya cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de binpêkirinên ku li swêdayê rû didin bi tundî şermezar kirin û banga bidawîkirina wan sûcan û parastina mafê zarokan kirin.
MECLISA PARASTINA ZAROKAN YA CIZÎRÊ KIRYARÊN LI SIWÊDAYÊ ŞERMEZAR KIR
