ŞÊX MURŞID MEŞÛQ EL XEZNEWÎ LI HESEKÊ BI GEL RE CIVIYA

Rojava Tv
1 Min Read

şêx murşid meşûq el xeznewî ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê û hevgirtina pêkhateyan, her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî ‎herêmê, civînek li bajarê Hesekê li dar xist.

civîn bi beşdariya şêx û rûspiyên kurd û ereb, pêkhateyên li bajêr her wiha şandeyek Rêveberiya Xweser li dar ket.

Di civînê de Şêx Murşid Meşûq El Xeznewî axivî û behsa girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê li ‎hember her êrîşeke dijminane kir.‎

Şêx Murşid banga li tevahî gelan kir ku bibin yek û yekîtiya kurdî pêk bînin.

Her wiha Şêx Murşid Meşûq El Xeznewî di civînê de ji bo parastina axa rojava banga piştgirya bi Rêveberiya Xweser û QSD re kir.

Share This Article