LI KOBANÊ CIHEKÎ TAYBET JI BO PÎŞEKARAN HATE AVAKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Odeya bazirganiyê ya Herêma Firatê cihekî taybet ji bo pîşekaran vekir.

Li gorî agahiyan ev proje 600 dikanan li xwe digire û piştî radestkirinê dê şaredarî kar û xebatên mayî jî temam bike.

Li ser daxwaza pîşekarên hesin û mîkanîkanên bajarê Kobanê, Odeya bazirganiyê ya Herêma Firatê bi hevkariya şaredariya gel, li Başûrê bajêr 600 dikanên taybet amadekirin û îro bi mersîmekê radestî wan dike.

Hevseroka Rêveberiya Odeya Bazirganiyê ya Kantona Kobanê Nisrîn Îbo behsa mekanîzmeya dabeşkirina dikanan dike.

Pîşerkarên Kobanê jî kêfxweşiya xwe bi avakirina cihekî taybet bi wan tînin ziman û hêvî dikin ku şaredarî xebatên mayî temam bike.

Avakirina vê projeyê ji sala 2018’an ve hate destpêkirin, lê ji ber belavbûna koronayê û êrîşên Tirkiyê dem bi dem proje dihate rawestandin û niha piştî belavkirina dikanan, dê şaredarî kar û barên xizmetguzariyê jî temam bike.

Share This Article