Di bin dirûşmeya “Bi îradeya jinên berxwedêr, em ê şoreş û hebûna xwe diparêzin” Kongra Star li Qamişloyê mîtîngek li dar xist.
Jinan di mîtîngê de tekez kirin ku divê mafê jinê di destûra Sûrî de garantî bikin.
Di bin dirûşmeya “Bi îradeya jinên berxwedêr, em şoreş û hebûna xwe diparêzin” Kongra Star li Qamişloyê mîtîngek li dar xist.
Mîtîng ji bo piştgiriya meşa jinan a navneteweyî bi dirûşma “Jin Rojava diparêzin” hat lidarxistin.
Di mîtîngê de bi sedan Jinên ji Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê, li gel nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û bang li hemû jinan û dostên gelê Kurd kir ku derkevin kolanan û destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Her wiha Jinan tekez kirin ku divê mafê jinê di destûra Sûrî de garantî bikin.
Mîtîng bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
