Li bajarê Qamişloyê ji aliyê Rêveberiya Dibistanan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve agirê Newrozê hat vêxistin.
Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişloyê, bi boneya nêzîkbûna 21’ê Adarê, çalakiyek li dar xist û agirê Newroz dada.
Mamoste û malbatên Şehîdan bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Cihê çalakiyê jî bi al û sembolên Kurdî hat xemilandin.
Di çalakiyê de meşaleya Newrozê hat pêxistin û li ber stranên şoreşgerî û gelêrî yên Kurdî govend hatin gerandin.
Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin.
