Meclisa malbatên şehîdan a minbic û gundewarên wê derbarê salvegera 26’an a komploya li dijî rêber abdullah ocalan daxuyaniyek da û banga şkandina komployê kir.
Daxuyanî bi beşdariya endam û rêveberên meclisê li ber navenda meclisa malbatên şehîdan hate dayin û di serî de salvegera komployê hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 9’ê cotmeha sala 1998’an qonaxa yekem a komployê hate meşandin û armanca sereke ji vê komployê qirkirina gelan bû.
Di dawiyê de meclisa malbatên şehîdan a minbic komplo şermezar kir û tekez kir ku ewê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo têkbirina komployê û azadkirina rêber apo bihêztir bikin.
MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A MINBIC KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI DAXUYANIYEKÊ ŞERMEZAR KIR
