Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê îro bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve, panelek ji bo danasîna roja 8’ê Adarê li dar xist.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya axaftin hat kirin.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya rola jinê di hemû war û aliyên jiyanê de û hate destnîşankirin ku pêwîste bi pêşengtiya jinan civak were birêxistinkirin û bipêşxistin.
Çalakî bi aşkerekirina bernameya çalakiyên 8’ê Adarê bi dawî bû.
KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DE PANELEK LI DAR XIST
