XELKÊN BAJARÊ QAMIŞLO BI HÊVIYEK MEZIN MEHA REMEZANÊ PÊŞWAZÎ DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Ruxmî gelek êş û zehmetiyan rihê bendewariyê ji bo xelkên bajarê Qamişlo bi boneya meha Remezanê nehatiye vemirandin, berovajî vê ew wekî sembola sebirê tê nasîn.

Xelkê Qamişlo nerîn û hêviyên xwe ji Rojava tv re diyar kirin, ku ew bi hêviyên dilsoz meha Remezanê pêşwazî dikin, ku mehek bi aştî û aramî ser wan re derbas bibe.

Meha borî ne mehek asayî bû, lê ji bo gel mehek giran û bi êş bû, ku tê de êrîşên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûdan ku di encama van êrîşan de seferberiyeke giştî hat ragihandin û ta niha jî seferberî berdewam e .

Ruxmî gelek êş û zehmetiyan rihê bendewariyê ji bo xelkên bajarê Qamişlo bi boneya meha Remezanê nehatiye vemirandin, berovajî vê, ew wekî sembola sebirê tê nasîn.

Xelkê Qamişlo nerîn û hêviyên xwe ji Rojava tv re diyar kirin, ku ew bi hêviyên dilsoz meha remezanê pêşwazî dikin, ku mehek bi aştî û aramî ser wan re derbas bibe.

Welatiyan daxwaz ji bazirganan kirin ku pêwistiyên jiyanî ji bo welatiyan arzan bikin.

Xelkên bajarê qamişlo , hêviyê ji şer xurtir dibînin , û daxwaz dikin ku ewlehî û aramî li herêmê were bi cih anîn.

Share This Article