MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A KOBANÊ ZAROKÊN ŞEHÎDAN ÊN SERKEFTÎ XELAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê, zarokên şehîdan ên ji Kobaniyê û gundewarên derdora wê, ji bo serkeftinên wan ên akademîk di sala xwendinê de xelat kirin.

Şahî li hola Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê hate lidarxistin. Di şahiyê de 70 xwendekarên ji malbatên şehîdan, digel malbat, rêveber û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Ayşe Efendî gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya ku zarokên şehîdan her gav ji bo serkeftinê hewl bidin û şopa bavên xwe bişopînin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin, ew her û her di dilê me de dijîn” bi dawî bû.

Share This Article