Ligel dijwarbûna dorpêça Hikûmeta Şamê, ji destpêka îsal ve rêxistina UNICEF’ê jî av li ser kampên koçberên Efrînî qut kiriye.
Piştî dagirkirina Efrînê xelkên wê bi darê zorê koçber bûn û zêdetirî 150 hezar ji wan jî li nava 5 kampên koçberiyê yên li Şehbayê dijîn.
Ji sala 2018’an ve Hikûmeta Şamê herêm bi dijwarî dorpêç kiriye û rê bi derbasbûna pêdiviyên sereke yên jiyanê nade.
Her wiha ji serê salê ve û ta niha rêxistina UNICEF’ê jî av li ser her 5 kampên koçberan qut kiriye.
Qutkirina avê azarên koçberan duqattir kiriye û bûye sedema belavbûna nexweşiyan jî.
Koçberên Efrînî bi rêya Rojava TV bang li rêxistinê kirin ku li biryara xwe vegere û nebe hevkarê qirkirina gelê Kurd.
