Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên hovane ên dewleta Tirk a dagirker ên şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku: Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana rêveberiya xweser de, di rewşeke aram û ewle de dijîn.
Rêveberiya Xweser di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Tirkiyê ya hov di heyama 24 demjimêrên borî de, êrişên xwe yên ku rûyê tawankar ê wê aşkere dike, pêk anîn, bi rêya wan êrîşan re nexweşxane û navendên xizmetguzariyê hatin armanckirin”.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Minbicê bang li civaka navdewletî kir ku bi lezgînî ji bo rawestandina hedefgirtin û wêrankirina xelkên bêguneh tevbigere.
