MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A EFRÎN Û ŞEHBAYÊ KONFERANSA XWE YA 9’EMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê konferansa xwe ya 9’emîn li dar xist û rewşa xwe ya rêxistinî nîqaş kir.

Konferans bi dirûşmeya Bi pêşengiya malbatên şehîdan ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşînê bilind bikin, hate lidarxisxtin.

Di konferansê de rewşa meclisa malbatên şehîdan û karûxebatên wê hate nirxandin.

Her wiha astengiyên ku meclis pê re rû bi rû dimîne, bû mijara nîqaşa konferansê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê di dawiyê de nexşerêya xebatê ya salên pêş danî û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê kir.

Share This Article