Meclisa Gelan a Reqayê, derbarê diyardeya parsekiyê ku li Reqayê zêde bûye, biryarek fermî da û li gorî qanûnên derbasdar û sîstema xweseriya demokratîk, parsekî bi hemû şêwe û awayên wê qedexe kir.
Şêniyên Reqayê spasiya rêveberiya xweser kirin li ser vê biryarê û hêvî kirin ku navendên taybet bi piştigiriya kesên xwedî pêwîstiyên rast, were vekirin.
Li kolan û bazarên Reqayê û li ber deriyên mizgeft û navendên xizmetguzariyê, dîtina kesên parsê dikin bûye dîmenekî rojane.
Ev kes di nava otombîlan, li ser riyan û li her cihekî destê xwe dirêj dikin û daxwaza alîkariyê dikin.
Ji bo vê yekê, Meclisa Gelan a Reqayê, piştî lêkolîna bandor û encamên neyînî yên vê diyardeyê, biryarek fermî da û li gorî qanûnên derbasdar û sîstema xweseriya demokratîk, parsekî bi hemû şêwe û awayên wê qedexe kir.
Derbarê mijdarê de xelkên kantona Reqayê ji Rojava Tv re diyar kirin ji ber zêdebûna vê diyardeyê, ew nema nasdikin kî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Li hêlekî din Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan li Reqayê Gidîm El Îdan da xuyakirin ku birayar qedexekirina parsekiyê bi erê kirina hemû endamên Meclisê hat lidarxistin.
Ev biryar di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser û Meclisa Gelan a Reqayê de ji bo pêşxistina aramiya civakî, parastina rûmeta mirovan û kêmkirina diyardeyên neyînî yên ku bandorê li tevna civakê dikin, pêk tê.
