KOMCIVÎNA NRLS’Ê YA JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA SÛRIYÊ LI REQAYÊ BI RÊVE DIÇE

Rojava Tv
2 Min Read

Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk NRLS’Ê bi dirûşma “Ber bi Sûriyeke azad, pirreng û demokrat ve” komcivîna Sûrî ya diyaloga niştîmanî li bajarê reqayê li dar xist.

Em di vê raporê de li hûrgiliyên komcivînê temaşe bikin. Hemwextî dîmena nezelal ê ku li derdora avakirina hikûmeta nû ya Şamê digere, gavên ji bo avakirina Sûriya nû ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bileztir tên avêtin.

Li ser vê yekê, Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk NRLS’Ê di bin dirûşmeya “Ber bi Sûriyeke azad, pirreng û demokrat ve” komcivîna Sûrî ya diyaloga niştîmanî li bajarê Reqayê li dar xist.

Komcivîn bi beşdarîya zêdetirî 150 nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Partiyên siyasî, rêxistinên jinan, her wiha nûnerên Perava Sûrîyê, Suweyda, kesayetên serbixwe û rewşenbîrên Sûrî bi rê ve çû.

Di komcivînê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Şêx Murşid Xiznewî her wiha gelek axaftin hatin kirin.

Beşdarên komxebatê giringiya komcivînê anîn ziman û hêvî kirin ku ew bi hev re bighêjin nêrîneke hevpar û hevgirtî.

Her weha beşdaran bal kişandin kongreya diyalogê ya ku li Şamê li dar ketiye û ew bi navê kongreya netemsîlkar bi nav kirin.

Di Komcivîna Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk NRLS’Ê de,du babetên sereke yên weke krîza Sûrîyê û pergala netew dewletê her wiha rêbazên çareserkirina krîzê hatin nîqaşkirin.

Biryar e ku piştî qedandina nîqaşan, encamnameyek ji raya giştî re were parvekirin.

Share This Article