Meclisa Jinên Sûriyê îro ji bo nîqaşkirina ewlehiya navxweyî û pêkvejiyana civakî di Sûriyê de komxebatek li Helebê li dar xist.
Komxebat bi diruşma ” Pêşxistina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyê de ” li navenda çand û hunerê ya li taxa Ezîziyê ya Helebê birêve çû.
Bi dehan endamên Meclisa Jinên Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdar bûn.
Di komxebatê de mijarên, Dedgeh û parêzeran di hikumeta Sûriyê ya nû de, belavkirina çanda ewlehiya navxweyî û pêkvejiyana civakî hatin nîqaş kirin.
Hat diyarkirin ku armanc ew e ku fikrê ewlehiya navxweyî û hevjiyana di navbera hemû pêkhateyan de li tevahî Sûriyê, were misoger kirin.
Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşan, bi dawî bû.
