KOÇBERÊN LI KAMPÊN CIZÎRÊ BI HÊVÎNE KU VEGERIN CIH Û WARÊN XWE

Rojava Tv
2 Min Read

Koçberên Serêkaniyê ku niha di kampa Newroz a bajarê Dêrikê jiyan dikin, Di nava zehmetiyan de û bi hêviya vegereke bi ewle dijîn.

Berpirs û endamên komîtiya Serêkaniyê ji Rojava Tv re diyar kirin ku ew ji bo vegera bi ewle ya koçberên Serêkaniyê, di nava kar û xebatê de ne.

Nûçegihana me Bêrîvan Qasim derbarê vê yekê de raporek amadekir, Ka em lê tamaşe bikin.

Koçberên Serêkaniyê rojane êş, azar û zehmetiyan di nava kampan de dijîn. Ku ev zêdeyî 7 salin bi darê zorê ji cih û warê xwe koçber bûne.

Di kampa Newroz a li bajarê Dêrikê, gelek koçberên Serêkaniyê di rewşên herî zehmet de jiyan dikin.

Tevî kêmbûna alîkariyên mirovî jî, lê hîna bi hêvîne ku di demek nêzîk de bi ewle vegerin ser cih û warê xwe.

Derbarê mijarê de koçber Fatma Hisên Temo got, em dixwazin bi awayekî ewle vegerin ser axa xwe.

Berpirsê têkliyan yê kampa Newroz Nedîm Omer diyar kir ku piraniya malê koçberê Serêkaniyê ji aliyên çeteyên dewleta Tirk û malbatên wan ve hatine wêrankirin.

Ji aliyê xwe ve jî Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso jî anî ziman ku amdekarî ji bo vegera koçberan têne kirin û di demeke nêz de wê vegerin.

Yek ji dosayanê sereke yê peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikumeta Demkî ya Sûriyê de vegera bi ewle ya hemû koçbera bû.

Lê heta niha vegera koçberên Serêkaniyê pêk nehatiye, koçber di nava kampan de zehmetiya dikşînin û bi hêvî ne ku ew jî wek xelkên Efrînê bi ewle vegerin ser xaka xwe.

Share This Article