Li bajarê Kobanê Tevgera Hîlala Zêrîn bi tevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi armanca piştgiriya YPJ’ê konserek lidarxistin.
Bi dehan şêniyên Kobanê, Şervanên YPJ’ê, partiyên siyasî û endamên meclis û saziyan li Navenda Baqî Xido ya bajêr tevlî konserê bûn.
Konserê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê axivî û got: “Em gelê xwe yê birûmet silav dikin û em soz didin ku em ê parastina we bidomînin.
Dilbirîn Kobanê tekez kir ku wan bedelên giran û leheng dan. Ew ê heya dawiyê wefadarên soza xwe bin û laqiyî fedakariyên şehîdan bin.
Piştî axaftinan komên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Baqî Xido bi stranên xwe piştgirî da YPJ’ê.
