Bi boneya heftemîn salvegera dagîrkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê Arif Ebdo ji Rojava TV re axivî.
Arif Ebdo destnîşan kir ku Tirkiyê dewleta yekem ya piştevanê terorê ye.
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de û bi êrîşeke dermirovî, bajarê zeytûnan da ber topan û ew dagir kir.
Kîna û nefreta Tirkiyê û çeteyên wê bi vê yekê sînordar nema, heta ku di Kanûna 2024’an de jî ew ji kampên koçberiyê jî, der bi der kirin.
Bi boneya derbasbûna heft salan li ser dagirkirina Efrînê, Rojava TV lıgel Arif Ebdo endamê Partıya Yekitıya Demokratîk a Helebê hevpeyvînek pêk anî û hêviya gel li ser zimanê wî veguhest.
Arif Ebdo destnîşan kir ku Tirkiye û siyaseta wê ti carî xizmeta gelê Sûriyeyê nekiriye; ew tenê ji bo parastina xwe û hebûna xwe tevdigere.
Li gor hin şîrovekar û lêkolîneran, xaka Tirkiyê jîngeha herî guncave ya xwedîkirina terorê û belavkirina wê li dewletên derdor. Bi sedan belge û nasnameyên ku bi çeteyên DAIŞ’ê re hatine dîtin, vê yekê piştrast û tekez dikin.
