Yekîtiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê serdana avahiya giştî ya tevgerê dikin û pîrozbahiyê li hevserokên nû dikin.
Her wiha encamnameyên ku ji konferansê derketine, nîqaş dikin.
Piştî ku Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê di 11’ê Tebaxê de konferansa xwe ya 5’emîn li dar xist, yekîtiyên girêdayî wê serdana navenda giştî ya tevgerê dikin û peyamên pîrozbahiyê pêşkêş dikin.
Li gorî agahiyên nivîsgeha ragihandinê ya TEV-DEM’ê ev heyama çend rojan e, yekîtiyên girêdayî TEV-DEM’ê ji bo nîqaşkirina pergala tevgerê ya nû û çawaniya cîbicîkirina encamnameyên wê, serdana avahiya tevgerê ya giştî dikin.
Her wiha hevserokên yekîtiyê, pîrozbahiyê li hevserokên TEV- DEM’ê yê nû Remziya Mihemed û Ebduselam Mehmûd dikin.
Di serdanên xwe de yekîtiyên girêdayî TEV- DEM’ê rewşa rêxistinî û encamnameyên ku ji kongreyê derketine nîqaş dikin.
Her wiha ji bo avakirina meclisa nû ya Tevgerê jî nîqaş têne kirin û piştî van serdanan dê endamên meclisê bêne hilbijartin.
Ji bilî yekîtiyên Tev- dem’ê şandeyekê ji KNK û Desteya Tenduristiyê jî serdan pêk anîne.
Roja 11’ê Tebaxê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) konferansa xwe ya 5’emîn bi dirûşma “Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne” li bajarê Hesekê li dar xistibû.
