Meclîsa Jinan a Sûriyê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bang li aliyên têkildar kir ku aştî û ewlehiyê li sûriyê bisepînin û rola xwe li hember kiryaran bilîzin.
Meclîsê diyar kir ku, piştî hilweşandina rejîma baas a Esed gelê Sûriyê kêfxweş bû lê gelek kes hewl didin ewlehiyê têk bibin û fitneyê belav bikin.
her wiha Meclîsê îşaret pê kir ku li Helebê gelek kes hatine revandin, dara serê salê li Hemayê hate şewitandin, nêzî 300 xîmar (cil û bergên jinan ên şerîeta îslamê) li Helebê li jinan hatin belavkirin.
Meclîsa Jinan a Sûriyê ya bajarê Helebê bang li aliyên têkildar kir ku aştiyê, ewlehiyê bisepînin û rola xwe li hember van kiryaran bilîzin.
MECLÎSA JINAN A SÛRIYÊ BANGA RAWESTANDINA KIRYARÊN ÇETEYAN KIR
