MECLISA JIN YA KONGRA ISLAMA DEMOKRATÎK KONFIRANSA XWE YA YEKEMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jin di Kongra Islama Demokratîk de konfiransa xwe ya yekemîn li ser asta herêma bakur û rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Konfirasn di bin diruşmeya ” Bi Hêza Bawerî û Ramana Islama Demokratîk Em ê Civaka Exlaqî û Polîtîk Vejîn Bikin ” li hola Zanîngeha Rojava a bajêr hat li dar xistin.

Bi dehan endamên Kombûna jinan a Zenûbya, Kongra Star, Rêxistina Sara û tevgerên jinan di konfiransê de amade bûn.

Di konfirasnê de girîngiya jin û rola wê ya sereke di avakirina civakê de hat nîqaş kirin.

Her wiha hate gotin ku jin Nîvê civakê ye û nîvê din jî xwedî dike.

Konfirans bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan encamnameyan avakirina akademiyek taybet bi jinên Kongra Îslama Demokratîk, aktîvkirina raghandina Meclîsê, zêdekirina perwerdeyên girtî û vekirî û birêxistinkirina xebatên Meclîsa jin.

Share This Article