Hejmarek ji Malbatên Elewî da ku xwe ji kiryarên qetilkirin, girtinê û êşkenceya li perava Sûriyê biparêzin û di aramiyê de jiyan bikin, berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Malbateke Elewî ya ji taxa Zehraa a bajarê Humisê ku piştî kiryarên li dijî elewiyan berê xwe dide Qamişlo, ji Kamîreya Rojava TV re behsa şahidiyên xwe kir her wiha daxwaza daxwaza pêkanîna edaleta veguhêz û darizandina sûcdaran kir.
Bi ruxandina rêjîma bass a Sûriyê re, bi taybet ji 6’ê Adarê ve û heta niha bûyerên xwînriyê li herêmên Perava Sûriyê,her wiha Hums û Hemayê rû didin.
li gorî amarên ku Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê aşkere kiriye, ji ber sûcên dij mirovî yên li perava Sûriyê û herêmên ku elewî lê dimînin, zêdetirî 1700 Elewî ji ber mezheba xwe jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya Malbatên Elewî da ku xwe ji kiryarên qetilkirin, girtinê û êşkenceyê biparêzin koçberî Lubnanê bûn, hin malbat jî ji bo peydakirina ewlehiya xwe berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Malbateke Elewî ya ji taxa Zehraa a bajarê Humisê ku piştî kiryarên li dijî elewiyan berê xwe dide Qamişlo, ji Kamîreya Rojava TV re behsa şahidiyên xwe dike.
Malbatê di nava axaftinên xwe de daxwaza pêkanîna edaleta veguhêz û darizandina sûcdaran kirin.
Bi baweriya ku herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên herî bi ewle yên li Sûriyê ne, Sê malbatên Elewî ku xizmên hev in û ji 15 kesan pêk tên, di demên cuda de ji bajarên xwe derkevin û ev du mehin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne.
