Tevî berdana hejmarek ji dîlgirtiyan ji zindanên Hikumeta demkî ya sûriy, hîna bi dehan malbet hene ku tu agahiyan ji zarokên wernagrin.
Malbeta Alan yek ji malbetan e ku di nav fikarek mezin de ne û çarenûsa kurê xwe nizanin.Alan ku weke ciwanekî kurd ku bi hevalê xwe re berê xwe dabû Dêr Hafirê da ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine, ji 18’ê meha Çileyê ve agahî li ser qut bûn û nema malbeta wî li ser wî agahiyek wergirt.
Tevî ku hin komên dîlgirtiyan htin berdan, lê tan niha çarenûsa Alan û bi dehan xortên weke wî ne diyar e.
Dayika Alan, Cîhan Mihemed ji Rojava TV re got ez pir diêşim bi dûrbûna lawê xwe û çavên min li hatina wî ne.
Xwişka Alan Berfîn jî got Alan çû û xatir ji min nexwest lê bawriya min pê tê ku ew li ber xwe dide.
Mîna alan bi sedan şervanên kurd hene ku agahiyên malbatên wan ji wan qut bûne, û rojana dilên wan li ser zarokê wan dişewtin.
Hêviyên wan ew in ku zarokên wan sax bin û di zûtirîn dem de vegerin nav malbetên xwe.
