Li Helebê ji bo nîqaşkirina zewaca keçên temen biçûk, kuştin û xwekuştina jinan komxebateke berfireh hate lidarxistin.
Komxebat ji aliyê meclîsa jin a malbatên şehîdan, mala jin û rêxistina sara ve hate organîzekirin.
Bi dehan nûnerên saziyan, rêxistinên jinan û çalakvanên mafên jinan tevlî komxebatê bûn.
Komxebat li ser du beşan hate dabeşkirin û tê de zewaca keçên temen biçûk, her wiha kuştin û xwekuştina jinan hate nîqaşkirin.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser avakirina civaka wekhev û azad hate kirin.
LI HELEBÊ DERBARÊ ZEWACA KEÇÊN TEMEN BIÇÛK DE KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN
