Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê kongreya xwe ya yekemîn li kantona Reqayê li dar xist.
Kongre bi beşdariya bi dehan endamên partiyê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan hate lidarxistin.
Kongreyê bi xulekeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanên şehîdan dest pê kir.
Piştre rapora kar û xebatê hate xwendin û nîqaşên berfireh li ser hatin kirin.
Her wiha di kongreyê de geşedanên siyasî yên dawiyê jî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser domandina projeya Neteweya Demokratîk hate kirin.
Kongre bi danîna nexşeyeke nû ji bo xebatê û hilbijartina endamên meclisê bi dawî bû.
