JINÊN CIWAN ÊN MSD’Ê BI BONEYA 8’Ê ADARÊ PANELEK LI HESEKÊ LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Jinên Ciwan a MSD’ê di bin sernavê “Bi piştgiriya jinên ciwan em Sûriyeke demokratîk ava dikin” panelek li bajarê Hesekê li dar xist.

Panel bi amadebûna bi dehan jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk hat.

Panelê bi axaftinan dest pê kir û axêveran bal kişandin ser rola jinan ya di avakirina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê de.

Piştre her du mijarên sereke yên bi navên “Arîşe û astengiyên li pêşiya jinan” û “Çawaniya sepandina ezmûna jinên ciwan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser asta welat” hatin nîqaşkirin.

Rêvebera Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanan ya MSD’ê Nadya Yûsif panel bi rê ve bir.

Piştre beşdaran nêrînên xwe gotin û panel bi encamnameyekê bi dawî bû.

Share This Article