TEVÎ DORPÊÇ Û ÊRÎŞAN ASTA XWENDINÊ LI ŞEHBAYÊ XURTTIR DIBE

Rojava Tv
1 Min Read
TEVÎ DORPÊÇ Û ÊRÎŞAN ASTA XWENDINÊ LI ŞEHBAYÊ XURTTIR DIBE

Mamosteyên kampa Berxwedan ya ku koçberên Efrînê lê dimînin diyar kirin ku tevî êrîşên dewleta Tirk û dopêça Hikumeta Şamê, lê ew tu carî xwendekaran ji xwendinê bê par nahêlin.

Xwendekar û mamosteyên Efrînê yên ku ev zêdetirî 5 salan e li Şehbayê dimînin, tevî kêmderfetiyan proseya xwendinê didomînin.

Di nava şert û mercên koçberiyê de careke din bi hezkirina xwendekar û hêviyên mamosteyan perwerdeyeke birêkûpêk tê birêvebirin.

Derbarê vê yekê de mamosteyên kampa Berxwedanê ji Rojava Tv re axivîn.

Mamoste Mizgîn Hac Mihemed diyar kir ku tevî êrîşên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê, lê xwendekar bi eşqeke mezin berê xwe didin dibistanan.

Her wiha Mamoste Mihemed Elî Reşîd jî dibêje ku dibistana kampa Berxwedan bi saya Tevgera Civaka Demokratîk hat bi rêxistin kirin.

Li gorî amarên desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Şehbayê tevî astengî û zehmetiyên heyî, dîsa rêjeya serkeftina xwendekaran di asteke bilind de ye.

Share This Article