Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), daxuyaniyek ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê da û banga rakirina dorpêçê û misogerkirina gihîştina alîkariyên mirovî kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi tundî êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û binpêkirinên li dijî sivîlan, jin, zarok û malbatên ewle, şermezar dike.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk, her wiha şehîd”Fedwa Mihemed” bi bîr anî û bang li Hikûmeta Veguhêz û aliyên berpirsiyar kir ku, li gorî qanûn û pîvanên navnetewî hesabê ji kujeran bixwaze.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de banga rakirina dorpêçê û misogerkirina gihîştina alîkariyên mirovî bo her du taxan kir.
