Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê bi şêniyên Dêr Hafir û Meskeneyê re civiyan û li daxwazên wan guhdar kir, Şêniyan jî destnîşan kir ku QSD’ê misogeriya ewlehî û îstiqrarê ye.
Şêniyên bajarên Meskene û Dêr Hafirê, rûspiyên êlan, nûnerên hêzên leşkerî, ewlehiyê, Meclisa Olî û Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê tev li civînê bûn.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî û got: “yekitiya axa Sûriyeyê gelek girîng e û ew tevahî komployên parçekirinê û taîfiyetê red dikin”.
Hesen Koçer diyar kir ku QSD’ê pabendî lihevkirina 10’ê Adarê ye ruxmî ku hikumeta veguhêz tu gaveke cidî di vî warî de navêje.
Civîn bi guhdarkirina li daxwazên şêniyan bi dawî bû.
