Li gel dorpêça giran ku Hikumeta Şamê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve li dijî kantona Şehbayê ferz dike, buhabûna kel û pelan daye ser derdê koçberên Efrînî.
Koçber ji ber buhayên li bazaran bi gaznin.
Koçberên Efrînî ji Rojava TV re anî ziman ku, ji ber buhayan ew nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê pêk bînin.
Her wiha Koçberan diyar kirin ku, sedema sereke ya buhabûna kel û pelan dorpêça Hikumeta Şamê ya li ser herêmê ye.
Koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dorpêça Hikumeta Şamê jiyana xwe didomînin.
