MECLISA JIN A PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK (PYD) A FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi armanca nirxandina mijarên rêxistinî, siyasî û civakî, û rola jinan di qonaxa niha de, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Firatê, civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn bi deqeyek bêdeng ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Piştî xwendina perspektîvan, rapora xebatên ku di sala borî de hatine kirin, digel pêşkêşkirina vîdyoyekê, hatin pêşkêş kirin.

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî, nîqaşkirina mijarên sereke, û bi pêşxistina plan û bernameyên xebatê yên pêşerojê ji bo sala pêş de bi dawî bû.

Share This Article