ÊZDIYÊN LI HELEBÊ CEJNA BÊXWÎNÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Mala Êzdiyan a bajarê Helebê bi boneya cejna Xidir Ilyas “Bêxwîn” şahiyek li taxa Şêxmeqsuda Şerqî li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftin li ser navê Mala Êzdiyan û Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê hatin kirin.

Di axaftinan de cejna Xidir Ilyas “Bêxwîn” li gelê Êzdî û tevahî gelê kurd hat pîrozkirin.

Piştî axaftinan şîroveya cejna Bêxwînê ji aliyê Şêx Hesen ve hat kirin û qewilên Êzidiyatiyê ji aliyê koma “Kulîlkên Pêşerojê” ve hatin vegotin.

Di dawiya cejnê de, xwarina Bêxwînê ku ji 7 heft tovên pîroz pêk tê li ser beşdaran hat belavkirin.

Share This Article