KOÇBERÊN EFRÎNÊ SÛCÊN ÇETEYAN ŞERMEZAR KIRIN Û DAXWAZA VEGEREKE BI EWLE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî binpêkirin û kiriyarên çeteyên girêdayî Dewleta Tirk ên li Efrînê, koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimînin, nirxandin kirin.

Koçberan diyar kirin, di dema ku hikumeta veguhêz banga vegera koçberan dike, binpêkirinên di derheqê welatiyan de berdewam in.

Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve û heta roja me ya îro, çeteyên Dewleta Tirk a dagirker welatiyên efrînî binçav dikin, mal û milkên wan desteser dikin û dar û daristanên wan qut dikin.

Têkildarî binpêkirin û kiriyarên çeteyên girêdayî Dewleta Tirk yên li Efrînê, koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimînin nirxandin kirin.

Koçberan diyar kirin ku li aliyêkî hikumeta veguhêz dibêje bila koçber vegerin û li aliyekî din binpêkirinên di derheqê welatiyan de berdewam in.

Koçberên Efrînê daxwaza vegera bi ewle kirin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku kiryarên binçavkirin û revandinê sînordar bikin.

Herî dawî Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh jineke ciwan ji bajarê Efrîna dagirkirî revandin û vê sibehê bê aşkerekirina sedema girtinê ew serbest berdan.

Li kêleka vê yekê jî, çeteyan dest danîn ser milkên şêniyên gundê Şêxorzê û derbasbûna welatiyan nav erdên xwe qedexe kirin.

Share This Article