Meclîsa Jin a Zanîngeha Rojava, bi wesîleya Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî Tundiya Li Ser Jinê daxuyaniyek parve kir û soza mezinkirina têkoşînê nû kir.
Meclîsa Jin a Zanîngeha Rojava got, ji sedên salan ve heta roja îro dewletên desthilatdar, hegemon, ên xwedî zîhniyeta zayendperest her xwestine jinan bê bandor û tune bihêlin, mafên wan bin pê bikin.
Meclîsê got, Emê di bin felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de xwe diparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.
Meclîsa Jin a Zanîngeha Rojava di dawiya daxuyaniyê de got, Ew bi hevre weke endam û xwendekarên zanîngehê têkoşîna xwe bilind dikin û bi riya zanist û felsefeyê jiyaneke bê tundî û bê desthilatdarî ava bikin.
MECLÎSA JIN A ZANÎNGEHA ROJAVA DERBARÊ 25’MIJDARÊ DE DAXUYANIYEK DA
