Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Qamişlo îro bi dirûşmeya “Têkoşîna me şoreşa jinê û avakirina Sûriyeke demokratîk e” 2’emîn konferansa xwe lidarxist.
Konferans li navneda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Bi sedan rêxistinên jinan, partiyên siyasî, endamên jin ên Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê yên kantona cizîrê, endamên Meclîsa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û kesayetên serbixwe beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre li ser navê Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hat kirin û hat gotin ku, ji destpêka aloziya sûriyê ve wan bi xwebirêxistinkirin û yekkirina nasnameya jinan, xwedî li nirx û destkeftiyên xwe derketin.
Paşê rapora rêxistinî û astengiyên ku di heyama du salan de derketine holê hat xwendin, her wiha pirisgirêk û awayê pêşxistina plansaziyeke çalakiyê ji bo pêşxistina rewşa jinan hat nîqaşkirin.
Konfirans bi hilbijartina 17 jinan ji bo Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê û encamnameyekê bi dawî bû.
