Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê projeya zarokan a ‘Zarhunera Havîn di bin dirûşmeya Em ê Xwe Fêrî Xweşikbûn û Zanistê Bikin, ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca projeyê bilindkirina asta hunerê li cem zarokan e û dê piroje 1000 zarokî ku temenê wan ji 7-14 salî be, di nava xwe de bihewîne.
Her wiha hat diyarkirin, atolyeyên projeyê dê li bajarê Dêrik, ji bo zarokên Serêkaniyê yên li Kampa Newroz, Rimêlan, Til Koçer, Qamişlo, bajarokê Girbawî û Hesekê pêk werin.
Di projeyê de wê perwerdeyên wênexêzî, şano û muzîkê werin pêşkêşkirin.
di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Projeya Zarhunera Havînê di 1 meha Hizêranê dest pê dike û 15 meha Tebaxê jî bi dawî dibe.
