Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê cenazeyê Şehîd Mihemed El-Hemûd oxir kirin.
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Hemûd li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo bi beşdariya malbatên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweser hat oxirkirin.
Di merasîma oxirkirinê de, sersaxî ji bo malbata şehîd hat xwestin û soza şopandina rêya Şehîdan hat nûkirin.
Paşê wesîqeya Şehîd radestî malbatê hat kirin û cenaze bi dirûşmeyên şehîd namirin hat oxirkirin.
