MECLISA CIWANAN YA MSD’Ê KONGREYA XWE YA 3’YEMÎN LI REQAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Ciwanan ya MSDˊê kongreya xwe ya 3’yemîn li bajarê Reqayê li dar xist, Nadya Yûsif û Silêman Nebhan bûn hevserokên meclisê.

Kongreya 3’yemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê duh bi diruşmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekitiyê pêk bînin ….. Ji bo Sûriyeke pirreng û nenavendî” hate lidarxistin.

Di kongreyê de rêziknameya meclisê hat xwendin û rola ciwanan ya di qadên siyasî û civakî de hat nirxandin.

Her wiha plansaziya dema pêş hate danîn û kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hate gotin, ew ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeke pirreng û destûreke demokratîk bidomînin.

Share This Article