KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ BI DAXUYANIYEKÊ DAXWAZA VEGERA LI EFRÎNÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a Civakî bi boneya salvegera 7’emîn ya destpêkirina êrişên li dijî Efrînê, li Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev 7 sal in koçberên Efrînê ji warê xwe dûr in û di zor û zehmetiyan de dijîn.

Her wiha kombendê diyar kir ku, li hember ewqas êrişên dijwar şervanên azadiyê tevî xelkê bajêr 58 rojan li ber xwe dan, Lê bêdengiya civata navneteweyî bû sedem ku Efrîn were dagirkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku, çavê xwe li hember van sûcan vekin, daxwaz û mafên rewa yên koçberên Efrînê pêk bînin û vegereke ewle li warê wan misoger bikin.

Share This Article