MECLISA BAJARÊ QAMIŞLO: 12’Ê ADARÊ ROJEK GIRING DI DÎROKA KURDAN DE YE

Rojava Tv
3 Min Read

 

Bi boneya salvegera 22’an a Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo ya 2004’an li herêma Cizîrê û Kobanê daxuyanî hatin dayîn.

di daxuyaniyan de hat gotin ku 12’ê adarê rojek giring di dîroka kurdan de ye, di wê rojê de kurdan serî hilda

Bi boneya salvegera 22’an a Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo ya 2004’an li herêma Cizîrê û Kobanê daxuyanî hatin dayîn.

Meclisa Bajarê Qamişlo daxuyaniyek li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê da. Bi sedan ji şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û tîmên sporê di daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Îro salvegera 12`ê Adarê ye, rojek ku di bîra gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê de hatiye nivîsandin e. Di vê rojê de di sala 2004’an de, rejîma Baasê li bajarê Qamişlo sûcekî din li dijî gelê kurd kir. Bi guleyên zindî êrîşê sivîlên bêçek kir, di encamê de bi dehan kes şehîd bûn bi sedan kes jî birîndar bûn û hatin girtin

Meclisa Bajar û Gundewarên Amûdê jî daxuyaniyek li Qada Jina Azad da. Daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên meclisê û saziyên civaka sivîl ji aliyê meclisê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serhildana 12’ê Adarê qonaxeke girîng di têkoşîna gelê Kurd de bû. Her wiha Hat bibîrxistin ku gelê Kurd li hemberî alava şer a rejîmê rabû û ji bo azadî û rûmeta xwe bi dehan şehîd û sedan birîndar da û bi hezaran hatin girtin.

Di daxuyaniyê de banga diyaloga nîştimanî hat kirin ku bi sazkirina destûreke daîmî ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike, encam bibe.

Bi heman boneyê Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê jî daxuyanî dan.

Daxuyaniya Desteya Ciwan û Werzîşê li lîstigeha şehîd Bawer a Agir hate dayîn û daxuyaniya meclîsa Malbata Şehîdan li qada Jina Azad hate dayîn.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku Kompliya ku hatibû pêkanîn ew li dijî gelê Kurd bû li Rojava hat li dar xistin. Armanca komployê komkujiyeke mezin bû. Her wiha dayîna dijminatiya bê dawî di navbera gelan de bû.

Her wiha hat diyarkirin ku Serhildana Rojava bersiveke xurt ji bo wan aliyane ku gelê Kurd û tevgera azadiyê bi hevkariya rêjîma Beesê tewanbar kir. Beriya her kesî gelê Kurd li hemberî rêjîma Beesê serî hilda û bingeha Rojava danî.

Di dawiyê de Bang li hikumeta demkî ya Sûriyê hat kirin ku nabe dubareya rêjîma Beesê û zihniyet û kirinê wê li ser gelên Sûriyê ferz neke.

Share This Article