Ava Çemê Ceqceqê ya li bajarê Qamişlo bi sedema qutkirinê ji aliyê dewleta Tirk ve qirêj bûye û li gel welatiyan pirsgirêkan çêdike.
Lêkolînerê Ekolojîk Dr. Azad Elî ji bo çareserkirina pirsgirêkê planek daniye pêşiya xwe û ji bo cîbicîkirina wê dixebite.
Doktor Azad dibêje, divê rûber akeskahiyê were zêdekirin.
Ava Çemê Ceqceqê li bajarê Qamişlo ye. Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, av qirêj bûye.
Herikîna avê, bêhna nexweş li dewrûbera xwe belav dike û di encamê de welatî bêzar dibin û nexweşî belav dibin.
Li derdora çem zêdetirî 400 dikanên bazirganiyê hene, hejmarek dikandar û welatî gilêşa xwe diavêjin nava çem ku ew jî dibe sedema qirêjbûnê.
Dikandarek ji Rojava TV re dibêje, divê şaredarî çareyekê bibîne.
Lêkolînerê Ekolojîk Dr. Azad Elî ji bo çareserkirina pirsgirêkê planek daniye pêşiya xwe û ji bo cîbicîkirina wê dixebite. Doktor Azad behsa metoda çareseriyê dike.
Ava çemê Ceqceqê ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê tê Qamişlo û ji wir jî derbasî çemê Xabûrê yê bajarê Hesekê dibe û li çemê Firatê bi dawî dibe.
Dirêjahiya wê 124 kîlometre ye, di salên dawiyê de dewleta Tirk bendavek li ser çem ava kir û di coya çem de ava kanalîzasyonê berda Qamişlo.
